Jiyan

Di tesîsa ku ava kir da ji bo jehra wan 3 hezar dûpişkan xwedî dike

Bestami Bodruk  | 11.09.2025 - Rojanekırın : 11.09.2025
Di tesîsa ku ava kir da ji bo jehra wan 3 hezar dûpişkan xwedî dike Bestami Bodruk

Diyarbakir

BESTAMÎ BODRUK - Abdullah Fîdantenê Diyarbekirî tesîsa xwedîkirina dûpişkan ava kir û amadehiyan dike ku jehra dûpişkan îxrac bike.

Fîdanten (36) li Taxa Ziyaretê ya gundewar a li ser navçeya Licê dijî û ji zarokatiya xwe vir va li ser dûpişk û maran meraqa wî heye. Fîdanten 10 sal berê belgefîlmek temaşe kir û ji belgefîlmê hîn bû ku di serdema antîk da jehra dûpişkan di tedawiya nexweşiyan da tê bikaranîn. Tesîra belgefîlmê li ser Fîdanten çêbû û wî dest bi lêkolînan kir.

Fîdantenê ku seba debara xwe di înşeatan da dixebitî biryar da ku ji bo lihevzêdekirina dûpişkan tesîsekê ava bike.

Fîdanten par di meha mijdarê da prosedur temam kirin û di serî da 400 dûpişkên reş (androctonus crassicauda) temîn kirin û ji bo wan bi piştgiriya bavê xwe li navçeyê tesîs ava kir.

Fîdanten du birayên xwe jî di tesîsê da îstixdam kirin û ji wê demê heta niha dûpişk li hev zêde kirin û jimara wan derxist 3 hezarî. Fîdanten ji bo bidestxistina jehra dûpişkan mehê carekê dûpişkan didoşe.

Fîdanten ji 300 dûpişkî gramek jehr didoşe û wê jehrê 200 pile di binê sifirê da mihafeze dike û jehrê stoq dike. Fîdanten amadehiyan dike ku vê jehrê îxrac bike ku di sektora derman û kozmetîkê da were bikaranîn.

Fîdanten ji nûçegihanê AAyê ra got ku di piçûktiya wî da hevalên wî heywanên kedî hez dikirin, eşqa wî jî li ser dûpişk û maran hebû.

Fîdanten daxuyand, wî di belgefîlmên ku temaşe kirin da dît ku di tiba kevnare da jehra dûpişkê tê bikaranîn û wiha dewam kir, "Min li ser vê lêkolîn kir û dît ku jehra dûpişkê li Afrîka û Çînê di tiba kevnare da, li Kubayê ji bo nexweşiyên wekî penceşêrê tê xebitandin. Li ser van agahiyan meraqa min a dûpişkan zêdetir bû."

Fîdanten got, "Ji gelek welatên Ewropayê û ji Çîn, Hindistan û Kubayê dixwazin. Em dizanin ku jehra dûpişkan di derman û berên kozmetîkê da tên bikaranîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.