Jiyan

Di tesîsa bi dilqê gomê da bi ceyrana qaçax va pereyê krîpto îmal kirine

Rauf Maltaş  | 11.12.2025 - Rojanekırın : 12.12.2025
Di tesîsa bi dilqê gomê da bi ceyrana qaçax va pereyê krîpto îmal kirine

Şanlıurfa

 Li Hîlwana navçeya Şanliurfayê, di kontrola bi emilandina dronan da yên ji hişê çêkirî sûdê distînin, tesîseke hilberîna pereyê krîpto yê bi dilqê gomê hat tesbîtkirin ku ceyrana xwe ji trafoya qaçax distîne.

Li gorî daxuyaniya Dîcle Elektrîkê, li 6 parêzgehên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê xebatên dijî xerîdariya qaçax berdewam in da ku xizmeta bi qalîte û domdar pêk were.

Di vê çarçoveyê da li Hîlwana navçeya Şanliurfayê, di kontrola esmanî da ya bi dronên ji hişê çêkirî sûdê distînin, di avahiyekê da ya ku ji derva va wekî gomê dixuyê, xerîdariyeke awarte hat tesbîtkirin.

Di vekolîna ekîbên li ser herêmê hûr bûn da di avahiyê da trafoyeke qaçax a bi hêza 1600 kîlowatî hat dîtin.

Hat tesbîtkirin, bi pergala li tesîsê hatiye avakirin, rojane 40 hezar kîlowat saet ceyrana qaçax hatiye emilandin ku ev jî beramberî emilandina ceyrana derdora 1500 xaneyî ye.

Piştî gilîdarbûnê, ekîban dest danî ser trafoyê.

Lêkolîna li ser pergalên komputer û cihazên giradayî yên di tesîsê da berdewam e.

- Ji Walîtiyê daxuyanî

Ji hêla Walîtiya Şanliurfayê jî li ser mijarê daxuyanî hat dayîn û hat destnîşankirin ku li dijî navnîşana navborî operasyon hat kirin û her wiha 281 cihaz, trafoyeke ceyranê û cihazekî qutkirinê hatin bidestxistin, 2 berşik jî hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku li cendirmeyê miemeleyên berşikan berdewam in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.