Di siruşta bêhempa ya Qersê ku bi ava berfê vejiya da, bedewiya biharê derket holê
Kars
Li Sariqamîşa navçeya Qersê di siruşta ku bi ava berfê vejiya da, bedewiya biharê derket holê.
Bi heliyana berfê û hatina biharê ra hejmarek gelek siorên sorik û cureyên çivîkan di siruştê da ber biçav dikevin.
Bi heliyana berfa ku li navçeyê qalindahiya wê digihije 2 metroyan, li deşta Hançerliyê golên avê çêbûn.
Li qadên avî çivîkên weke qaqlîbaz, masîgir, werdeka serşîn û anqut, li qadên daristanan jî siorîkên sorik hatin dîtin.
Li qadên çêreyê jî Qertelên zinaran û bazên gewez derketin nêçîrê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.