Jiyan

Di rêya gundên li deverên bilind ên Qersê da xebatên vekirina rêyan dewam dikin

Cüneyt Çelik  | 26.03.2024 - Rojanekırın : 26.03.2024
Di rêya gundên li deverên bilind ên Qersê da xebatên vekirina rêyan dewam dikin

Kars

 Li Qersê ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên gundan li ser kar in.

Li gundên ser navçeya Susuzê yên ku raqima wan hezar e, di rojên dawîn ên meha adarê da jî tesîra "zivistan"ê serdest e.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr di berfê bagerê da hewl didin ku rêyan vekin. Di rêyan da ji mêtreyekî zêdetir berf heye.

Ekîb greyder, kepçe û rotatîf di serî da bi makîneyên kar va şev û roj berfê davêjin.

Muxtarê Golbaşiyê Gulabî Karsli ji rojnamegeran ra got ku gundê wan bilind e û wiha dewam kir, "2 rojan carekê berf rêyên me tijî dike, bager kêm nabe. Xwedê ji wan razî be, ez li Îdareya Taybet geriyam, hatin rêya me vekirin. Vê derê timî wiha ye, rê tê girtin. Heta 15ê Gulanê halê me ev e. Vê gavê li gund ji 2 mêtreyî jortir berf heye."

Xebata ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr bi droneyê hat kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.