Li Gazîentab, Meletî û Kahramanmaraşê di roja erefeyê ya Eyda Remezanê da goristan hatin ziyaretkirin
Li Gazîentab, Meletî û Kahramanmaraşê di roja erefeyê ya Eyda Remezanê da goristan hatin ziyaretkirin
Li Gazîentab, Meletî û Kahramanmaraşê di roja erefeyê ya Eyda Remezanê da goristan hatin ziyaretkirin.
Li Gazîentabê di roja erefeyê ya Eyda Remezanê da goristan hatin ziyaretkirin.
Li bajêr welatiyên sibehê zû çûn Goristana Esrî û Goristana Yeşîlkentê, kêlên merzelên merivên xwe paqij kirin, Qur'ana Kerîm xwendin û her wiha dia kirin.
- Meletî
Li Meletiyê welatî sibehê zû çûn Goristana Bajêr û merzelên merivên xwe paqij kirin, Qur'ana Kerîm xwendin û her wiha dia kirin.
- Kahramanmaraş
Li Kahramanmaraşê jî protokola bajêr çû ziyareta goristanê.
Endamên protokolê qurnefîl danîn ser qebrên şehîdan, bi xizmên şehîdan ra sohbet kirin û eyda wan pîroz kir.
Ziyareta goristanê bi xwendina Qur'ana Kerîm û her wiha diayê ku Miftiyê Parêzgehê Hasan Guller kir, bi dawî bû.
