Jiyan

Di Roja Dayikan da 2 ewladên xwe yên şehîd bûne bi hesretê bi bîr tîne

Vasiye Kaygaş: "Bira dijminên me şa nebin, loma ez nagirîm. Êş û kula ewladan pir dijwar e. Cegera min dişewite."

Fecri Barlık, Mehmet Niyazi Deniz  | 08.05.2022 - Rojanekırın : 10.05.2022
Di Roja Dayikan da 2 ewladên xwe yên şehîd bûne bi hesretê bi bîr tîne

Siirt

 Li Şîrvana navçeya Sêrtê Vasiye Kaygaşa 67 salî di Roja Dayikan da du ewladên xwe yên ji hêla terorîstên PKKyî hatine kuştin bi hesretê bi bîr tîne.

Kaygaş dayika 10 zarokan e, kurên wê Tahsînê 16 salî û Ahmetê 17 salî di êrîşên terorîstên PKKyî yên li gundên Daltepe û Kalkancikê da şehîd ketin. Di êrîşa 4ê Cotmeha 1993yan da 37 hatibûn kuştin ku kurên wê jî şehîd ketibûn.

Di êrîşên terorê yên din da jî birayê wê Şukru Taş û hin eqrebayên wê şehîd ketin.

Kaygaş di her Roja Dayikan da ewladên xwe bi bîr tîne û êşa wan dijî.

Vasiye Kaygaşa di rojên taybet da fistanê alaya Tirkan li ser e li xwe dike ji nûçegihanê AAyê ra got 29 sal berê dema mêrê wî Velî Kaygaşê gundparêz bû û hevalên wî li ser wezîfeyê bûn terorîst hatin gundê Daltepeyê û qetlîamek kirin.

Kaygaşê got terorîstan jin û zarok her kes li ber mizgeftê kom kirin û wiha axivî: "Terorîstan li wir her kes dan li ber guleyan û aşê reviyan û çûn. Li gundê me û li gundê Kalkancikê 37 kes kuştin. Ew şev gund şewitandin."

Kaygaşê anî ziman kurên wê Tahsîn û Ahmet jî di êrîşê da hatin şehîd kirin û got dema ew çû li ber mizgeftê cesedê kurên xwe dît.

Kaygaşê daxuyand ku wê ji bo bîranîna ewladên xwe fistanê ku ji alaya Tirk hatiye çêkirin li xwe kir û wiha dewam kir, "Ji bo dewleta me, ji bo kurên min ên ku şehîd ketine û ji bo birayê min ê şehîd bûye min ev fistan li xwe kir. Wexta ku Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan jî tê Sêrtê, wexta ku merasimek çêdibe ez vî fistanî li xwe dikim. Ez gorên ewladên xwe ziyaret dikim. Ez dixwazim ku li her derê alaya Tirkiyeyê hebe."

- "Êş û kula ewladan pir dijwar e. Cegera min dişewite"

Kaygaşê destnîşan kir, ew wexta diçe ser gorên kurên xwe, ji wan ra dia dike, lê nagirî û wiha dewam kir, "Bira dijminên me şa nebin, loma ez nagirîm. Êş û kula ewladan pir dijwar e. Cegera min dişewite. Her kes digirî, lê ez xwe dispêrim Xwedê û xwe digirim. Kê li hemberî dewleta me durust be, ew wekî kurê min e. Weta caba şehîdbûna polês û eskerên me tê, ez pir li ber xwe dikevim. Ez li ser her nimêjê ji wan ra dia dikim. Xwedê kêmasiya dewleta me nede."

Kaygaşê daxuyand, di her Roja Dayikan da kul û kedera wê teze dibe, ew zêdetir bîra ewladên xwe dike, ji ber vê yekê ev roj seba dayikan taybet e, ez vê rojê hem bi xemgînî hem jî serbilindî pêşwazî dikim.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın