Di rêya Diyarbekir-Şanliurfayê da ji ber TIRa ku welgeriya çûyîn û hatin bi kontrolî tê kirin
Diyarbakir
Di rêya Diyarbekir-Şanliurfayê da ji ber TIReke ku welgeriya, çûyîn û hatin bi kontrolî tê kirin.
TIRa ku ji Nevşehirê diçû Batmanê, kartol lê barkirî ye, Sefa Y. diajot û plaqeya wê 50 ADS 646 e, di rêya Diyarbekir-Şanliurfayê da li Çaryana Gelengoçê ji rê derket û welgeriya.
Li ser êxbarê ambulans û polês sewqî cihê qezayê kirin.
Şofêrê ku di qezayê da birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.
Ji ber TIRa ku welgeriya û kartol pereşandî nava rê bûn, şirîdeke rê hat girtin.
Piştî ku dora wesayîtan dirêj bû, ji şirîta din ra çûyîn û hatin bi kontrolî pêk tê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
