Di nîvê ewil ê rojê da termometreyan li 10 bajaran ser 40 pileyî nîşan dan
Germahiya herî zêde bi 45,5 pileyî va li Kurtalana navçeya Sêrtê hat pîvan

Ankara
Li giştiyê welêt ku germahiya hewayê tesîra xwe nîşan dide, heya nîvro li 10 parêzgehan germahî ji 40 pileyî derbas bû.
Li gorî daneyên li ser malpera Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, germahiya hewayê seranserî hefteyê li herêmên rojava yên welêt dê di asta demsalê da be û her wiha li herêmên din jî dê di ser asta pileyên asayî yên demsalê da be.
Di nîvê ewil ê rojê da li 10 parêzgehan germahî li gorî navçeyan di navbera 40-45,5 pileyî da hat pîvan.
Germahiya herî zêde bi 45,5 pileyî va li Kurtalana navçeya Sêrtê hat pîvan. Bi 44 pileyî va Sîlopiya Şirnexê û bi 42,5 pileyî va jî Sûra navçeya Diyarbekirê li dû wê hatin.
Parêzgehên ku germahiya hewayê derket ser 40 pileyî ev in:
PARÊZGEH/NAVÇE | GERMAHÎ(C°) |
Batman, Beşîrî | 41,5 |
Bîngol, Genc | 40,3 |
Diyarbekir, Sûr | 42,5 |
Gazîentab, Araban | 41,3 |
Karabuk, Yenîce | 40,4 |
Meletî, Doxanyol | 40 |
Mêrdîn, Nisêbîn | 41,6 |
Sêrt, Kurtalan | 45,4 |
Şanliurfa, Ceylanpinar | 41,1 |
Şirnex, Sîlopî | 44 |