Jiyan

Di meha Remezanê da welatiyan berê xwe da Palandokenê

Talha Koca  | 21.02.2026 - Rojanekırın : 21.02.2026
Di meha Remezanê da welatiyan berê xwe da Palandokenê Hilmi Tunahan Karakaya

Erzurum

 Di meha Remezanê da welatiyan berê xwe da Palandokena li Erziromê ku navendeke giring a kaşûnê ye.

Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ku her sal mazûvaniya bi dehan çalakiyên werzişên zivistanê dike û pêşwaziya bi hezaran geştiyarên navxweyî û biyanî dike, sezona xwe didomîne.

Navenda ku bi qasî 20 kîlometroyan dûrî balafirgehê û 4 kîlometroyan dûrî navenda bajêr e, stûriya berfê gihiştiye 216 santîmetreyî.

Welatiyên ku tên navenda kaşûnê bi xizank û snowboardê kêfê dikin.

Erden Erkut Erkolê ku ji Stenbolê ji bo kaşûnê hatiye, ji nûçegihanê AAyê ra got ku Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ji bo geştiyariya zivistanê cihekî giring e û li cîhanê bi nav û bang e.

Ahmet Rifat Dogramaciyê ku ji Kahramanmaraşê hatiye jî got ku ew ji Navenda Kaşûnê ya Palandokenê pir hez dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın