Di germahiyê da xwarin û vexwarinên bi kêr tên bixwin û vexwin

Şanlıurfa
Hîndekarên Beşa Endazyariya Xurekê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Îbrahîm Hayoglu got ku di rojên germ ên havînê da heya ji dest tê divê vexwarin û sewze û fêkiyên teze bixwin.
Hayoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku piraniya bedena mirov ji avê pêk tê û ji ber vê jî hewcedariya mirov zêdetir bi avê heye û destnîşan kir ku dema ji bedena mirov ji sedî 2 û yan jî 3 şilavî pêk bê (av, xwedan û xwîn kêm bibe) mirov bêhal dibe û heta talûkeya mirinê jî dest pê dike.
Hayoglu destnîşan kir ku ji bo bedena mirov li hemberî nexweşiyan bikaribe li ber xwe bide divê bê av nemîne û wiha domand: "Ji bo bedenparêzî ji şewban parastinê di rojên germ ên havînê da divê mirov bêav nemîne. Dema ava ji bedenê kêm bibe tevî wê mîneral jî kêm dibin û ev jî ji bo bedena mirov baş nîne. Bi taybetî jî di rojên germ ên havînê da mirov divê bi qasî 2-3ê lître avê vexwe. Dew, mast û ava leymonan jî dikarin vexwin."
Prof. Dr. Hayoglu ragihand ku bila di demên havînê da ji xwarin û xurekên zêde bi rûn in dûr bisekinin û heya ji dest tê bila masî, sewze û fêkiyan bixwin.