Jiyan

Di germa havînê da dikevin hundirê tunelên berfê yên li quntara Çiyayê Meretoyê ku hênik bibin

Metin Özmen  | 17.08.2022 - Rojanekırın : 19.08.2022
Di germa havînê da dikevin hundirê tunelên berfê yên li quntara Çiyayê Meretoyê ku hênik bibin

Batman

 Li Sasona navçeya Batmanê kesên dixwazin ji ber germê hênik bibin dikevin tunela berfê ya li Zozanê Dabanangê ya li gundê Altidereyê.

Berfa li quntara çiyayê Meretoyê ya ku raqima wê 2 hezar û 973 ye dibare dema hewa germ
dibe dihele û dibe tuneka berfê.

17.08.2022


Li Sasona navçeya Batmanê kesên dixwazin ji ber germê hênik bibin dikevin tunela berfê ya li Zozanê Dabanangê ya li gundê Altidereyê.

Kesên dixwazin ji ber germê hênik bibin dikevin tunela berfê ya li Zozanê Dabanangê.
Ev tunel bala wênekêşan jî dikşîne ku Sabahattîn Atalayê wêneyan dikşîne got ev 3 sal e ew tê
wêneyên vê derê dikşîne.

Atalay wiha axivî: "Ne mumkin e ku meriv van dîmenan li cihekî din bibîne. Heta hin
ziyaretvan ji tiştên ku dibînin bawer nakin. Lewra di meha tebaxê da tunelên berfê yên di 10-
15 mêtro bilind û 300 mêtro dirêj balê dikşînin. Dema em dikevin hundirê tunela berfê berfa
ku dihele wek baranê bi ser me da dibare. Ne mumkin e ku meriv di hundir da zêde bimîne.
Piştî demeke kin ji bo ku em germ bibin derdikevin derva. Gundî dibêjin îsal berf qet
neheliya. Ez dixwazim her kes vê derê bibîne."

Karsaz Fîkret Avciyê ji Sasonê hatiye jî got cara ewil e ew tunelên berfê dibîne, di vê germa
havînê da hênikahiyeke wiha pir xweş e.

Avci wiha axivî: "Her der ji germê diqele, lê em li vir serma dikin. Lûtfeke Xwedê ye."
Burhan Bulgan jî got berfa di tunelan da havîn û zivistan nahele, ew ji her kesî ra pêşniyaz
dike ku bila bên vê derê bibînin.

Ozgur Arazê li gund dijî jî got hewa germ e, lê dema ew dikeve hundirê tunelê serma dike û
anî ziman ku ev der divê bê nasandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın