Ziyaretvanên ku ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê ji bo eydê hatin herêmê, serdana Gola Masiyan kirin ku bi akvaryûma xwe ya xwezayî û girîngiya xwe ya ji bo tûrîzma dînî tê zanîn û tirbeya ku tê bawerkirin Hezretî Îbrahîm lê ji dayik bûye.
Li cihê qerebalix mêvanan dema ku masiyan têr dikirin wêne kişandin.
Kalender Bademê ji Gazîentabê diyar kir ku wî ji hewaya xweş ya di betlaneyê da sûd wergirtiye da ku were Şanliurfayê û wiha got, "Gola Masiyan pir xweşik bû, ez pêşniyar dikim ku her kes bibîne."
Hasan Bademê ku ji Îzmîrê hatibû, diyar kir ku ji ber betlaneyê, ku serdana wî ya duyemîn bû, li Şanliurfayê qerebalixiyeke zêde dîtiye û heyraniya xwe ya ji bo Gola Masiyan anî ziman.