Jiyan

Di Bendava Gumuşorenê da teqalên cemedê yên dişibin bîbika çavan hatin kişandin

Murat Asil  | 28.01.2026 - Rojanekırın : 29.01.2026
Di Bendava Gumuşorenê da teqalên cemedê yên dişibin bîbika çavan hatin kişandin Murat Asil

Kayseri

 Li Develiya navçeya Qeyseriyê, di Bendava Gumuşorenê da teqalên cemedê yên bi tesîra sir û seqemê çêdibin û dişibin bîbika çavan, bi dronê hatin kişandin.

Gola bendavê ya di nav sînorên navçeyê da dimîne, hêla wê ya li nêzîkî mezreya Menengiyê bi tesîra hişkiyê beşek jê cemed girt.

Di dîmenan da yên bi dronê hatin qeydkirin, cemedên xelekî yên li ser rûberê golê çêbûn û terk lê ketine, bal kişand.

Li ser tebeqeya cemedê ya bi tonên spî û hêşînê vekirî, teqal çêbûn ku dema mirov ji jor va lê dinihêre, dişibin bîbika çavan.

Diyar bû, teqalên bi vî rengî di encama guherîna jinişkêva ya germahiyê çêdibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın