Jiyan

Di 6 mehan da 14 hezar turîstan Muzeya Tunceliyê ziyaret kir

Sidar Can Eren  | 30.11.2021 - Rojanekırın : 01.12.2021
Di 6 mehan da 14 hezar turîstan Muzeya Tunceliyê ziyaret kir

Tunceli

 Muzeya Tunceliyê bi nêzî 2 hezar berhemên xwe va şopên dîroka hezaran salî di xwe da dihewîne. Piştî ku qedexeyên vîrusa koronayê ya nû rabûn, di nav 6 mehan da 14 hezar turîstî muze ziyaret kir.

Bajêr bi xweşikahiyên siruştî û çandî va dertê pêş û muzeya bajêr jî li ser 5 hezar mêtreqareyî hatiye avakirin û ji 4 bloqan pêk tê. Muze bi qadên xwe yên nivîskî û dîtbarî va ziyaretvanan derdixe rêwîtiyeke dîrokî.

Digel beşên "Elewîtî" û "arkeolojiyê", di muzeyê da beşa "pirtûkxane" û "etnografya"yê heye. Ji dewrên berê alavên kevir, dîzikên herî, berhemên ku ji madenên cuda hatine çêkirin û hêkelên muma hingiv di muzeyê da tên pêşandin.

Elezîz di serî da ji bajarên wekî Îzmir, Diyarbekir, Enqere, Erzincan, Bîngol û Stenbolê û ji navçeyên derdorê ziyaretvan tên muzeyê.

Mêhvanên ku rojane seba gerê tên bajêr, piştî ger û seyranê Muzeya Tunceliyê ziyaret dikin û der heqê berheman da agahiyê hildidin.

Bi vebûna muzeyê ra li bajêr lêkolînên ser rûyê erdê û kolanên arkeolojîk jî zêde bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.