Di 5 salan da qedera 750 malbat xwedî li pişîkên Wanê yên tên parastin derketin
Pişîkên ku ji bo wan "qarneya tenduristiyê ya navneteweyî" tê derxistin ku tê da nav, nijad, zayend, reng, rengê çav, dîroka bûyînê û nimroya wan a nasname û çîp nivîsar e, piştî aşîkirinê li xwediyên wan tên radestkirin

Van
Di nava 5 salan da qedera 750 malbatî xwedî li pişîkên ku li Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Pişîkên Wanê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê di bin parastinê da ne, derketin.
Xebatên parastin û zêdekirina nesla pişîkên Wanê berdewam in ku ji nirxên giring ên bajêr in û bi hestyarî, mirovdostî, pirça xwe ya nerm û spî û rengên çavê xwe va tên naskirin.
Li navendê her sal bi dola pişîkên nimûne têjikên nû tên mezinkirin û her wiha di çarçoveya projeya "Ji bo her malekê pişîkeke Wanê" da xebatên peydakirina xwediyan a ji bo pişîkan berdewam in.
Di çarçoveya projeyê da di nava 5 salan da ji parêzgehên cuda qedera 750 malbatî bi dilxwazî xwedî li pişîkan derketin. Her wiha tê çaverêkirin ku ji 75 têjikên ku dê îsal ji terikîna ewil bên girtin, 50 jê bo malbatên heywanhez bên şandin.
Pişîkên ku ji bo wan "qarneya tenduristiyê ya navneteweyî" tê derxistin ku tê da nav, nijad, zayend, reng, rengê çav, dîroka bûyînê û nimroya wan a nasname û çîp nivîsar e, piştî aşîkirinê bi beramberî heqê diyarkirî, li xwediyên wan tên radestkirin.
Midûrê Navendê Prof. Dr. Abdullah Kaya ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Pişîkên Wanê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê pişîk salê wekî 3 partiyan diterikin.
Kaya diyar kir ku têjikên ji terikîna partiya ewil, hatin ber asta radestkirina li xwediyan û wiha dewam kir, "Niha li navenda me ji partiya ewil a salê 75 têjikên me hene. Em ê beşeke van bidin xwediyan. Ango radestkirina li xwediyan a bi heqê ji îro û pê va dest pê kir. Ji ber wê em li benda wan malbatan in ku ji pişîka Wanê hez dikin û dê xwedî li wan derkevin."
Kaya diyar kir ku bi qandî derfetan ew salane qedera 100-150 pişîkî didin malbatan û wiha dewam kir, "Malbateke pişîkên Wanê heye ku sal bi sal mezintir dibe û her wiha di 5 salan da me pişîkên Wanê dan qedera 750 malbatî."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.