Deşta Mûşê bi germbûna hewayê ra bi kulîlkan xemilî

Muş
Deşta Mûşê bi germbûna hewayê ra bi kulîlkên rengbireng ve xemilî.
Li Deşta Mûşê ya ji deştên herî mezin ên Tirkiyeyê ye, bi hatina biharê ra kulîlkên sor û zer vekirin.
Siruşthez Murat Kaymaz ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku piştî barîna baranê siruşt bêtir bi xwe va hat.
Kaymaz diyar kir ku li Deşta Mûşê wî keysa xwe li menzereya newaze anî û wiha dewam kir, "Di siruştê da dîmeneke newaze heye. Me wêneyên xaşxaşk û kulîlkên zer kişandin. Ji bo dîtina vê dîmena sipehî em li benda hatina siruşthezan in."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.