İbrahim Atmaca
01 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
ANKARA (AA) - Piştî ku sala 2018an dest pê kir, li nexweşxaneyan pitikên ewil ên sala nû çavên xwe li dinyayê vekirin.
Pitika ewil a sala 2018an li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê hat dinyayê.
Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê li Tirkiyeyê nexweşxaneya bajêr a ewil e. Li nexweşxaneyê pitika ewil a salê hat dinyayê.
Nexweşxane li Toroslara navçeya navend e. Suleyman û Hulya Dundara jin û mêrên hevdu di saet 23.10an da çûn nexweşxaneyê û di deqîqeyên ewil ên sala nû da kurekî wan çêbû.
Navê pitika ku 3 kîlo û 400 gram e danîn Mehmet Emîn û pitika wan bû pitika ewil a nexweşxaneyê û salê.
Li Sêrtê pitika ewil a salê
Li Sêrtê pitika ewil a sala 2018an hat dinyayê.
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê zaroka 2yemîn a Çayan û Yakup Ayê jin û mêrê hevdu di saet 00.01ê da çavê xwe li dinyayê vekir.
Pitika dawîn a ku di sala 2017an da hat dinyayê li Nexweşxaneya Welidandina Jinan û Nexweşiyên Zarokan a Batmanê hat dinyayê. Piştî 30 deqîqeyan pitika ewil a salê ya Îbrahîm û Muyaser Atsanê hat dinyayê.
Waliyê Batmanê Ahmet Deniz zêrê çaryek bi pitikên ewil ên sala nû va kirin.