Derdora Gola Krater a Nemrûdê bi rengên payîzê xemilî

Bitlis
Li Tetwana navçeya Bidlîsê der û dora Gola Nemrûdê ya Krater ku di çarçoveya Projeya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayî (EDEN) da "Xelata Têkûziyê" hildaye, bi rengên payîzê xemilî.
Bi hatina payîzê ra derdora Gola Krater a Nemrûdê bi tonên zer, kesk û qehweyî xemilî û bala hezjêkerên kişandina wêneyan û kesên ku dixwazin rengên payîzê bibînin, dikişîne.
Siruşthez û hezjêkerên wêneyan ên ku tên herêmê, li dora golê digerin û di nava siruştê da wextê xwe derbas dikin û wêneyan dikişînin.
Cîhan Onenê ku li dora golê wêne kişandin, diyar kir ku ew ji bo dîtina xweşikahiyên herêmê hatin ser golê.
Onen daxuyand ku darên derdora golê bi rengên payîzê xemilîn û wiha dewam kir, "Ambiyanseke newaze ya vê derê heye. Em jî wekî siruşthezên Bidlîsî şahidiya vê bedewiyê dikin. Di vê serdemê da bi hezaran turîstên xwecî û biyanî tên vê derê. Em her kesî dewet dikin ku werin û vê derê bibînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.