Deltaya Çukurovayê zivistanê mazûvaniya gelek cureyên teyr û tilûran dike
Adana
Lagunên li Deltaya Çukurovayê di mehên zivistanê da mazûvaniya gelek cureyên teyr û tilûran dikin.
Ev lagun li ser rêya teyr û tilûrên koçber e û dema ku ji nîvqada bakur û başûr koç dikin li vê derê datînin, zikê xwe têr dikin û li hev zêde dibin.
Lagunên Akyatan, Tuzla û Agyatana li nava sînorên navçeya Karataşê û laguna Yumurtalikê ya li navçeya Yumurtalikê ji bo xwarin û vexwarin û lihevzêdebûna teyr û tilûran cihekî baş e. Ev lagun piraniya salê ji balindeyan xalî nabe.
Li van deran gelek balşindeyên wekî flamîngo, pelîkan, quling, baz, reşêle, durac, masîxwur, sumru, masîxwura gewr werdeka serkesk tên dîtin.
Endama Hîndekariyê ya Beşa Zanistên Sereke ya Fakulteya Berên Avê ya Zanîngeha Çukurovayê Prof. Dr. Fatma Çevîkê ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku Deltaya Çukurovayê ji bo teyr û tilûrên koçber ji cihên herî girîng ên bêhnvedanê yek e.
Çevîkê bal kişand ku Akyatan laguna herî mezin a Tirkiyeyê û wiha dewam kir, "Ava çemên Seyhan û Ceyhanê dikişin vê lagunê û ev lagun ji bo ekosîstemê gelekî girîng e."
Çevîkê got ku lagun ne tenê ji bo teyr û tilûran, ji bo masî, heywanên ku dikişin û nebatên endemîk jî gelekî girîng e û parastina van deran seba cureyên biyolojîk girîng e.
