Ahmet Kaplan
23 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2024
Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê çalakiya xwe ya rûniştinê ya li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ya berê didomînin û dixwazin bigihêjin ewladên xwe.

Malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, dixwazin bigihêjin zarokên xwe û ji bo vê yekê jî malbatan di 3yê îlona 2019an da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ya berê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û nobeta wan di roja 1939emîn da dewam dike.
Ji dayikên ku wêneyên zarokên xwe dane destê xwe û bendewarê zarokên xwe ne, yek jê jî Suheyla Demir e. Demirê got ku bi hêviya ew bigihêje Hayala keça xwe, ew çalakiyê didomîne.
Demirê daxuyand ku wê 10 sal e keça xwe nedîtiye û wiha dewam kir, "Em havîn, zivistan li vê derê bendewar in. Em biryardar in, em ê ewladên xwe ji pencikên terorê xelas bikin. Heta zarokên me tev neyên, em li vê derê ne."

Demira dayik bangî keça xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.
Sedîka Alkana ku ji bo Ercan Îlhanê kurê xwe ji Hekariyê hatiye û çalakiyê dike jî got ku ew dixwaze bigihêje Ercanê kurê xwe.
Alkanê wiha xeberda, "Ez dixwazin kurê min sax silamet vegere. Heta kurê min neyê, ez ji vê çadirê naçim."
- "Bernameya Li Dijî Terorê Yek Deng û Yek Nefes" wê were lidarxistin
Ayşegul Bîçera ku bi saya çalakiya rûniştinê gihîşt ewladê xwe jî diyar kir ku di 25ê Berfanbarê da li qada ku çalakiya rûniştinê lê tê kirin, ew ê "Bernameya Li Dijî Terorê Yek Deng û Yek Nefes" li dar bixin.
Bîçerê wiha xeberda, "Em li dijî terorê dengê xwe bilind dikin. Di 25ê Berfanbarê da li ser deweta me, em ê bi Grûp Tîllo ra bernameyê li dar bixin. Em her kesî dewet dikin ku bibin deng û nefesa dayikên Diyarbekirê."