Jiyan

Dayika Şirnexî bi saya mêşvaniyê 5 zarokên xwe li zanîngehê dan xwendin

Ekrem Payan, Ayhan Babat  | 23.12.2025 - Rojanekırın : 23.12.2025
Dayika Şirnexî bi saya mêşvaniyê 5 zarokên xwe li zanîngehê dan xwendin Ayhan Babat

Şırnak

 Li Uludereya navçeya Şirnexê, Suat Karaya 61 salî ku karê hilberîna hingiv dike, ji 7 zarokên xwe 5 li zanîngehê dan xwendin.

Karaya dayika 5 kur û 2 keçan ku li bajarokê Hilalê dijî, ji sala 1996an va hilberîna hingiv dike.

Karaya ku debara mal û zarokên xwe dike, di sala 2002an de hevjînê wê rehmet kir.

Karayê ji bo ku bikaribe zarokên xwe bide xwendin, bi fedakariyeke mezin karê mêşvaniyê domand.

Karaya ku di mehên zivistanê da li mêşên li ber mala xwe xwedî derdikeve, di mehên havînê da mêşên xwe dişîne Zozanên Faraşînê.

Kara bi firotina hingivê ku di meha Îlon û Cotmehê da berhev dike, debara xwe bi dahata wê dike.

Karaya ku giringiyekê mezin dide perwerdeya zarokên xwe, bi saya hewldanên wê karîbû ji 7 zarokên xwe 5an bişîne zanîngehê.

Zarokên Karayê Ferhat, ji Beşa Hemşîretiyê ya Fakulteya Zanistên Tenduristiyê ya Zanîngeha Bitlis Erenê; Agît, ji Beşa Endezyariya Elektrîk û Elektronîkê ya Fakulteya Endazyariyê ya Zanîngeha Çukurovayê; Feridun, ji Beşa Psîkolojiyê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Mardin Artukluyê; Halil, ji Beşa Hemşîretiyê ya Zanîngeha KKTC Lefke ya Ewropî û keça wê Medya jî ji Fakulteya Dermansaziyê ya Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê mezûn bûye.

Karaya ku niha 90 kewarên wê yê mêşan hene û carinan ji piştgiriya dewletê sûdê werdigire, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew 39 sal in mêşvaniyê dike û wê bi dahata karê xwe, pênc zarokên xwe li zanîngehê dane xwendin.

Karayê diyar kir ku dema ku 23 sal berê, hevjînê wê rehmet kir, zarokên wê; yê mezin 13 salî û yê herî biçûk jî 10 mehî bû wiha domand, "Yek ji zarokên min ên ku zanîngeh qedandin li Swîsreyê, 2 jê li DYAyê û yek jî li Stenbolê dijî. Keçeke min jî zewicî ye û li navçeya Cîzîrê wekî dermansaz dixebite. Ez ji mêşvaniyê hez dikim. Min bi saya van mêşan zarokên xwe dane xwendin."

Karayê anî ziman ku hingivê ku ew çêdike li herêmê navdar e, gelek mişteriyên wê hene û ew li ser siparîşê hingiv dişîne Iraqê jî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın