Jiyan

Dayik û kurê wê ji ber şewba Kovîd-19ê bajar terikandin li gund çêwlika şamikan ava kirin

Aynur û kurê wê Evren Kulahçiyê ku li Îzmirê dijîn di dema belavbûna şewba Kovîd-19ê da bajêr terikandin û 6 meh berê li gundê xwe yê ser Mazgîrta navçeya Tunceliyê bi cî bûn û li wê derê dest bi xwedîkirina elok û şamikan kirin

Abdullah Tel  | 04.12.2020 - Rojanekırın : 05.12.2020
Dayik û kurê wê ji ber şewba Kovîd-19ê bajar terikandin li gund çêwlika şamikan ava kirin

Tunceli

 Aynur Kulahçi ya tevlî kurê xwe Evren Kulahçi li Îzmirê dijîn û di dema belavbûna şewba Kovîd-19ê da bajêr terikandin û vegeriyan Tunceliya welatê bav û kalên xwe. Dê û kur li gundê lê dimînin çêwlika şamikan çêkirin û di nav siruştê da ne û ji hal û wextê xwe jî razî ne.

Aynur Kulahçiya 60 salî ya ku gelek salên xwe li Îzmirê derbas kir bi belavbûna nexweşiya şewba Kovîd-19ê va tevlî kurê xwe Evren Kulahçiyê 35 salî bajêr terikand û 6 meh berê li gundê xwe yê Aslanyurdu ya ser Mazgîrta navçeya Tunceliyê bi cî bûn.

Dê û kur ji di bin tesîra av, hewa û siruşta gund da man û biryar dan ku li vê derê bimînin û ji bo vê jî ji xwe ra hinceteke baş çêkirin û çêwlika şamî û elokan ava kirin.

Wan ji gundên dor û berê şamik kirîn, li ser hêkan qip danîn û di nav demeke kurt da hejmara cûcik û şamikan di nav demeke kurt da derxistin 300î.

Dê û kur serê sibehê zû radibin û şamikên di lîsê da ne derdixin derva û ji serê sibê heta êvarê li pey wan in û dema giraniya şamikan gihîşt astekê jî di navbera 100 û 150 lireyî da difiroşin.

Ew tevlî heywandariyê di baxçeyê xwe da cotkariyê jî hîn dibin û sewzeyên xwe jî bi piranî ji baxçeyê danîne hiltînin.

- "Dema nexweşî belav bû û me jî biryar da ku em vegerin gund"

Dayik Aynur Kulahçiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ji ber vegeriyaye gund gelekî rihet e û wiha pê da çû: "Jiyana li bajaran gorî gundan zehmetir e. Bajarê me ji bo jiyînê cihekî xweş e. Ez tevlî kur xwe bi salan li Îzmirê mam. Dema şewbê dest bi belavbûnê kir me jî biryar da ku em vegerin. Me got ka em ê li gund çi bikin û li ser vê me biryar da ku em şamikan xwedî bikin û niha 300 şamik û elokên me hene. Hin caran ez û hin caran jî kurê min em şamikan ji lîsê berdidin û kurê min wan dibe ber palên çiyayên dor û berê gund û berî çêrê dide. Em dixwazin ku serê salê wan bifiroşin. Niha her şamikek di 4 kîlo û nîv 5 kîlo diavêje."

Evren Kulahçi jî got ku ew bi qasî 20 salan li Îzmirê ma û bi belavbûna şewba Kovîd-19ê va biryar dan ku vegerin gund û wiha pê da çû: "Gund bi av, hewa û siruşta xwe gelekî xweş e. Piştî ku tevlî diya xwe ez hatim gund min got divê ez vala nemînim û bi tiştekî ra mijûl bibim. Min biryar da ku ez şamikan xwedî bikim û ji bo vê min ji bankeyê pere kişand û dest bi vî karî kir. Ez serê sibehê radibim ewilî lext diavêjim nava wan û paşê derdixim derva ji bo biçêrin, bixwin û paşê jî wan dikim lîsa wan. Em dixwazin ku serê salê wan bifiroşin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.