 Sabri Yıldırım
                     Sabri Yıldırım
                Muş
Koçerên ku biharê pezên xwe dibin zozanên li Mûş û Erziromê, bi sarbûna hewayê va dest bi dagêrê kirin.
Malbatên ku biharê û havînê li mêrg û zozanan bi hezaran heywanên xwe diçêrînin û ava paqij didin wan, piştî ku hewa sar bû êdî qefle û qefle dest bi dagerê kirin.
Koçerên ber bi herêmên germ ên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê va diçin, li gundê Akpinarê ya Mûşê bêhna xwe dan.
Heywandar Halis Esmer ê ji zozanê Qereyaziyê ya Erziromê ber bi Nisêbîna navçeya Mêrdînê va diçe ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew 5 mehan li zozanê mane.
Esmer got ew ê demekê li Mûşê bisekinin û wiha axivî: "Em ê ji herêma Şenyaylayê ber bi Qulpa navçeya Diyarbekirê va bi rê kevin. Ji wir jî em ê herin Nisêbîna navçeya Mêrdînê. Nêzîkî 40 roj in em di rê da ne. Hê mehekê rêya me maye."
Ji koçeran Hasan Karabulut jî daxuyand ku ew debara xwe bi heywandariyê dikin û wiha got: "Li zozanê em ji heywanên xwe şîr, penêr û mast hildidin. Zozanên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber ku hênik in û av lê zêde heye em hîlberîneke baş bi dest dixin. 1550 pezên me hene. Em bi şev disekinin, bi roj jî heywanan diçêrînin û di rêya xwe da diçin. Rojane em 7-8 kîlomêtro rê dimeşin. Em 25 roj in di rê da ne û hê 30 roj rêya me maye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz. 
             
 
             
                                     
                                     
                                     
                                     
                                    