Ekrem Payan
19 Mijdar 2025•Rojanekirin: 25 Mijdar 2025
Koçerên ku bi heywanên xwe ra ji zozanên Wan û Mûşê derketin rê, rêwîtiya xwe ya ber bi qişleyan va didomînin.
Koçerên ku heywanan xwedî dikin û havînê li zozanên Mûş û Wanê yên hênik derbas dikin, qasî 40 roj berê bi rê ketin ku herin Şirnex û Mêrdînê.
Piştî rêwîtiyeke bi zehmet, koçer gihîştin herêmên Besta û Aslanbaşarê yên Şirnexê.
Koçerên ku li vir demekê bêhna xwe dan ji bo ku herin bajaroka Kumçatiyê ya Sîlopiyê, Silopî û Cizîra navçeyên Şirnexê, Midyat û Nîsêbîna navçeyên Mêrdînê dîsa wê bi rêkevin.
Koçerên ku di nav da jin û zarok jî hene yên ku mehek berê hatin gundê Guneyceyê ya li ser navendê, konên xwe danîn û ji bo heywanên xwe amadehiyan dikin.
Kamuran Fîdanê (19) yek ji koçerên ku bi keriyên xwe va ji Gurpinara navçeya Wanê derketiye rê û li herêma Aslanbaşarê sekiniye, ji nûçegihanê AAyê ra got ew nêzîkî 40 roj in ji zozanên Wanê derketine rê.
Fîdan diyar kir ku piştî bêhnvedaneke kurt ew ê dîsa ber bi Cizîrê va herin û sê roj şûnda jî wê bigihêjin Cizîrê û wiha axivî: "Em li hin cihan kon vedigirin, rojek û du rojan bêhna xwe vedidin. Ji ber ku heywan jî diwestin em jî wan hem didin rawestandin û hem jî diçêrînin."
Mehmet Refîk Sogunç jî ragihand ku wan havîna xwe li zozanên Gurpinarê yên Wanê derbas kirine û ew ê zivistanê jî li bajarokê Kumçatiyê bimînin.
Bager Sogunçê ku alîkariya apê xwe dikir ku li gundê Guneyceyê kon vegire jî got wan li herêmê 12 kon danîne.