Dîmenê hirçên xwe di Gola Kraterê ya Nemrûdê da hênik dikirin, hat kişandin

Bitlis
Li Tetwana navçeya Bedlîsê dîmenê hirçên li Kalderaya Nemrûdê xwe di Gola Kraterê ya Nemrûdê da hênik dikirin, hat kişandin.
Kalderaya Nemrûdê ya 2 hezar û 250 mêtro bilind e, tevî hirçên li herêmê dijîn, bal û dêna ziyaretvanan dikişîne.
Dîmenê hirçên ku geştiyarên xwemalî û biyanî xwarinê didin wan, gava ji ber kelekel û germa havînê ketin ava Gola Kraterê ya Nemrûdê, hat kişandin.
Hîndekarê Fakulteya Zanistên Tenduristiyê ya Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê Dr. Cîhan Onenê li herêmê derdikeve gerê, dîmenê hirça ku tevî 2 kudikên xwe ketibû golê kişand.
Dr. Cîhan Onen destnîşan kir ziyaretvan xwarinê didin hirçan, lê ev baş nîne û got ku lewra hirç car heye êrîş dikin, loma jî divê welatî baldar bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.