Dêra Dayika Meryem a dîrokî ya li Wanê ziyaretvanan diezimîne

Van
Dêra Dayika Meryem a li Wanê ya ku dîroka wê vedigere bi sedan salan berê, bi 17 odeyên xwe yên li ser piyan mane, ziyaretvanan dizimîne.
Li navçeya Gurpinarê li rex Çemê Arazê, Dêra Dayika Meryem a di salên 700î da hatiye çêkirin, di dema çêkirinê da ji bo temsîla her rojeke salê wekî 365 odeyan hatiye înşakirin. Lêbelê di nav demê da zirar û ziyan gihîştiye dêrê û vêga bi tenê 17 ode li ser piyan mane.
Berhema ku qismekê wê yê piçûk li ser piya maye, ji turîstên xwemalî û biyanî eleqeyê dibîne. Dêra dîrokî her sal bi hezaran ziyaretvanî diezimîne.
Xwezahezên Kuluba Xweza û Werzişê ya Geliyan çûn dîtina dêrê.
Serokê kulubê Omer Demez diyar kir ku dêr xwedî dîrokeke mezin û qedîm e û wiha dewam kir:
"Me li Dêra Dayika Meryem çalakî li dar xist ku li vê herêmê xwedî dîroka herî qedîm e û ji 365 odeyan pêk tê. Ji ber texrîbata demê, vêga meriv dikare li 17 odeyan bigere. Berhemeke bêhempa ye. Her sal bi sedan xwezahez tên dîtina vir. Divê herkes were û vir bibîne."
Xwezahez Emrah Yavuz jî diyar kir ku ew hatin dîtina dêrê, wan dêr pir eciband û lewma divê herkes were dîtina wê û her wiha ev der divê were parastin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.