Çîroka futbolê ya ciwanên Şirnexî ji nav erdê ber bi stada bidîmenê gola bendavê va

Şırnak
Li bajarokê Hilalê yê Uludereya navçeya Şirnexê, stada li ber dîmenê gola bendavê ya li quntara Çiyayê Xankê ku bi standardên FIFAyê hatiye çêkirin, jiyana ciwanên futbolhez guhert.
Stadyuma Hilalê ya ku di encama hewlên Şaredariya Bajarokê Hilalê da ji aliyê Wezareta Werziş û Ciwanan va, li herêma di nava çiyayan da hat çêkirin, ji bo ciwanên ku xeyala futbolîziyê dikin, bû hêviyek.
Ciwanên ku berê ji neçarî li nava erdan dilîstin, êdî li stadyumeke sala 2023yan li Taxa Zoleyê dest bi çêkirina wê kirin û par di meha hezîranê da qedandin, futbolê dikin.
Ev stadyûm li gorî pîvanên navneteweyî ye, qebareya wê ya temaşevanan 300 kursî ye. Êdî lîstikvanên ciwan li vê derê futbola profesyonel dikin.
Di nav ciwanan de qesab, dikandar, cotkar û karmendên sektora geştiyariyê hene.
Ev ciwan bi lîstina futbolê li Klûba Werzişê ya Uludereyê, ku piştî avakirina stadyûmê hatiye damezrandin, xewn û xeyalên xwe pêk tînin.
Lîstikvanên tîmê ku di Lîga Yekem a Amator a Şirnexê da pêşbaziyê dikin, bi rahênanên li stadyûmê amadekariyên sezona nû dikin.
Stadyûma ku ji menzereya wê Gola Bendavê ya Hilalê xuya dike, him ji bo lîstikvanan û him jî ji bo alîgiran kêfê zêdetir dike.
Rahênerê Klûba Werzişê ya Uludereyê Bedîrhan Yarar ji nûçegihanê AAyê ra got ku klûba wan jî mîna Stadyuma Hîlalê nû ye.
Futbolîst Îsmaîl Kara diyar kir ku ew li bajarokê Şenobayê dijî û bi saya stadyûmê futbolê dilîze.
Mehmet Cemîl Babat jî ji ber hebûna stadyûmê li bajêr kêfxweşiya xwe anî ziman.
Mehmet Orhanê 19 salî, golparêzê tîmê ku li Uludereyê qesabiyê dike anî ziman her çend berê wan nedikarî cihekî ji bo lîstina fûtbolê bibînin jî, niha derfeta wan heye ku bibin lîstikvanên fûtbolê yên lîsansdar.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.