Türkan Tosun
07 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2020
Çiyayên Munzurê yên li Ovacixa navçeya Tunceliyê bi zozan û golên xwe yên bêhempa va bala mirovan dikşînin.
Ovacixa navçeya Tunceliyê ya Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Kaniyên Munzurê, Geliyê Mircanê û Çemê Heramî lê ne her demsalê xweşik e.
Navçe ji hêla çand, dîrok û siruştê va gelekî dewlemend e.
Li Çiyayên Munzurê yên ku raqima wan 3 hezar e pişt ku berf dihele zozan heşîn dibin û bi golên ava qeşayê va havînê dîmenên xweş derdixin holê.
Kesên dixwazin zozan û golên di nav çiyayên bilind da ne bibînin di nav hefteyê an jî dawiya hefteyê da tên û li van deran digerin.
Ziyaretvan ji rêyên kaş û pal yên berf lê hene dimeşin ku xwe bigîhinin zozanan.
Turîstên ku ji Geliyê Çilnerdêvanê dest bi gerê dikin ji dorê va zozanên Teng, Sor, Ganî Hesen, Kormuskan, Korteres û Kepirê digerin.
Mirov li zozanên ku lê çem, hêşînahî û kulîlkên rengrengî lê hene heta roj diçe ava digerin û paşê vedigerin.
Yunus Erogluyê ku xwezayê hez dike ji nûçegihanê AAyê ra got Ovacix ji hêla xwezayê va gelekî xweş e, ew havînê gerê ji bo van deran li dar dixin û wiha axivî: " Ev çiya, zozan, golên ava qeşayê havînê zehf xweş in. Her sal piştî ku berf dihele em jî hildikişin van çiyayan. Em golan, zozanan, xwezaya kesk digerin û dema xwe xweş derbas dikin. Ez pêşniyaz dikim ku bila her kes bê van çiyayan bibîne."