Cemeda ku ser rûyê Çemê Mûradê ketiye dîmenên xweş derxistin holê
Ağrı
Li Agiriya ku Li Rojhilatê Anadoluyê bişev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 18 pileyî va li Agiriyê hat pîvan, cemeda ku ser rûyê Çemê Mûradê ketiye dîmenên xweş derketin holê.
Li Agiriyê şert û mercên dijwar ên zivistanê jiyanê dixe tengasiyê.
Li bajêr Çemê Mûradê ku şaxeke girîng a Çemê Feratê ye û çavkaniya wê ji Gîhadînê dertê, rûyê wê cemed girtiye. Piştî ku hewa piçekî nerm bû, cemed veheliya û cemed herikî û dîmemên xweş derketin holê.
Herikîna cemedê bi droneyê va ji hewa va hat kişandin.