Sidar Can Eren
19 Hezîran 2024•Rojanekirin: 25 Hezîran 2024
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê çem û çavkaniyên Munzurê bi geştiyaran şên bû.
Geştiyarên ji bo gerê tên li deverên dîrokî û tebiî yên herêmê digerin.
Çem û çavkaniyên Munzurê ku di sala 2001ê da weke qada parastî hat îlankirin li gundê Ziyaretê ye û her demsal bal û dêna geştiyaran dikişîne.
Di betlaneya Eyda Qurbanê da geştiyaran berê xwe dan çem û çavkaniyên bi avgur, gol û kulîlkan şên bûye.
Geştiyarên li herêmê derdikevin ger û geştê him kêf dikin û him jî wêneyên derdorê dikişînin.
Ji geştiyaran Fatîh Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji Elezîzê ji bo gerê hatiye navçeya Ovacixê.
Îsmaîl Sevînç jî destnîşan kir cara ewil tê Tunceliyê û got ku pir ecibandiye.
Umran Ozmen jî diyar kir ji ber dîmenê çem û çavkaniyên Munzurê kêfxweş bûye û got ku dîmen û dengê avê pir xweşa min çû.