Jiyan

Cejna Remezanê tê pîrozkirin

20.03.2026 - Rojanekırın : 21.03.2026
Cejna Remezanê tê pîrozkirin

Li Elezîz, Mêrdîn, Sêrt û Batmanê welatiyan ji bo nimêja Eyda Remezanê berê xwe da mizgeftan.

Li Elezîzê welatiyên çûn Mizgefta Îzzetpaşa, weazê ji hêla Miftiyê Parêzgehê Yusuf Bîngol hat dayîn, guhdarî kir.

Piştî nimêjê dia hat kirin û dû ra protokol û welatiyan eydaniya hev kir.

- Mêrdîn

Li Artukluya navçeya navendê ya Mêrdînê, welatiyên çûn Mizgefta Şakir Nuhoglu, weazê ji hêla Miftiyê Parêzgehê Enver Turkmen hat dayîn, guhdarî kir.

Pişt ra welatiyan nimêja eydê kir û eyda hev pîroz kir.

- Sêrt

Li Sêrtê bi minasebeta Eyda Remezanê, Mizgefta Ensar di serî da welatiyan berê xwe da mizgeftên bajêr.

Li mizgeftan piştî nimêjê, welatiyan eyda hev pîroz kir.

- Batman

Li Batmanê jî li Kuliyeya Necat Nasiroglu nimêja eydê hat kirin.

Ağrı'nın karla kaplı köylerinde bayram heyecanı yaşanıyor

- Li gundên Agiriyê yên ku di binê berfê da ne, kelecana eydê heye

Li Taşliçaya navçeya Agiriyê li gundên ku hê di binê berfê da ne, kelecana Eyda Remezanê heye.

Di adara meha ewil a biharê da li gundan ji mêtreyekî zêdetir berf heye û li van gundan eyd dewam dike.

Gelek welatî li gundê Aşagi Tokluyê ku ji 60 xaniyan pêk tê, civiyan û mal bi mal li eydanê geriyan û eyda hev pîroz kirin.

Şekirên ku li malan hatin berhevkirin, li pêşiya mizgeftê li welatî û zarokan hatin belakirin.

Mixtarê gund Mustafa Demircî ji nûçegihanê AAyê ra got ku mezin digihêjin hev û mal bi mal li eydanê digerin, zarok jî çav didin mezinan û bi wan ra digerin.

Demircî diyar kir ku li gundan eyd xweş derbas dibe û wiha dewam kir, "Ji berê va em gundî digihêjin hev, meleyê gund dide pêşiya me û em mal bi mal digerin, eyda hev pîroz dikin. Piştî zivistaneke dijwar em ber bi biharê va diçin, her çend berf pir zêde be jî mala wî ava mele em li hemû malan gerandin. Ji ber ku me kevneşopa xwe jibîr nekiriye, em pir kêfxweş in. Li gund her çend rewşa hewayê baş nebe jî tehma meha remezanê û eydê heye."

Melayê gund Abdullah Aydemir jî diyar kir ku ew di nava yekîtî û bihevrabûnê da li hemû xaniyan geriyan û me eyda hev pîroz kir.

- Li Hewlêr, Duhok û Silêmaniya bajarên Iraqê Cejna Newrozê hat pîrozkirin

Li Hewlêr, Duhok û Silêmaniya bajarên Iraqê Cejna Newrozê ya mizginiya biharê hat pîrozkirin.

Rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê wekî hincet nîşan da û daxuyand ku îsal wê merasima fermî û pîrozbahî neyên kirin.

Digel daxuyaniyên fermî, ji ber ku Eyda Remezanê û Cejna Newrozê rastî hev hatin, Hewlêriyan kevneşopa xwe xerab nekir û beşdarî pîrozbahiyan bûn.

Bernameya Newrozê li Keleha Hewlêrê ya dîrokî hat lidarxistin û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî û Walîyê Hewlêrê Umîd Xoşnaw di serî da rayedar û gelê Hewlêrê beşdarî bernameyê bûn. Mesûd Barzanî agirê Newrozê yê li Keleha Hewlêrê vêxist.

Li Silêmaniyê her çend pîrozbahiya fermî nebe jî gel piştî hildana tevdîra ewlehiyê pîrozbahî kir.

Li Akrêya navçeya Duhokê jî Newroz bi alaya çirayê hat pîrozkirin; beşdar bi girê pişt navçeyê va hilpaz bûn û li tepa gir agirê Newrozê vêxist.

Li gelek bajarên Iraqê ji bo Cejna Newrozê ya mizginiya biharê çalakiyên curbecur tên lidarxistin.

- Li Tiflîsa paytextê Gurcistanê nimêja Eyda Remezanê hat kirin

Li Tiflîsa paytextê Gurcistanê li Mizgefta Înê nimêja Eyda Remezanê hat kirin.

Li Tiflîsê ji bo nimêja Eyda Remezanê Misilmanan berê xwe da Mizgefta Înê ya Tiflîsê.

Li Mizgefta Înê ya Tiflîsê Miftiyê Misilmanên Gurcistana Rojhilat Etîbar Emînov nimêja eydê da kirin.

- Li Pakistanê nimêja eydê hat kirin

Li Pakistanê Eyda Remezanê li gorî hin welatên din rojek şûnda hat îdrakkirin û her wiha nimêja eydê li Îslamabada paytext hat kirin.

Li Pakistana ku roja yekem a eydê îro tê pîrozkirin, Misilmanan sibehê zû berê xwe da mizgeftan.

Tevî welatiyên Tirk ên li paytextê dijîn, kesên çûn mizgeftê nimêja eydê kir û bi dû ra dia kirin.

Balyozê Tirkiyeyê yê li Îslamabadê Îrfan Nezîroglu jî li vir nimêja eydê kir.

Piştî nimêjê, cemaetê eyda hev pîroz kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın