23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
WAN
Li dibistanekê Çaldirana navçeya Wanê, pirsgirêka germkirinê ya bi sedema xerabûna sîstema kalorîferê, bi fermana Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci hat çareserkirin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Wanê Kiyasettin Kirekin ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand, xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêka germkirinê, li Dibistana Seretayî ya Yavuz Sultanê ya ku 52 xwendekar perwerdeyê lê dibînin, xelas bûn.
Kirekin destnîşan kir ku ew pirsgirêk, di meha mijdarê da, ji karketina qazanan bi sedema teqîna boriyên kalorîferê, çêbibû û got, "Li ser telîmata Wezîr Avci xebatên çareserkirina pirsgirêkê, tamîrkirina sîstema kalorîferê, bi şiklekî lezgîn hat temamkirin. Îro kalorîfer bê pirsgirêk dixebite. Înşallah perwerdeya dibistana me ji îro şûnda, ê di nêvengeke germ da bidome."
Kirekin anî ziman ku di pêvajoya temîratê da xwendekar nehatin mexdûrkirin, li avahiyeke lîseya cîran perwerdeya xwe didomandin û got, "Qaymeqamî û rêveberiya Perwerdeya neteweyî ya navçeyê tedbîrên pêwîst stendibûn, nûçeyên neyênî yên ku di vê der barê da, di çapemeniyê da belav bibûn ji rastiyê dûr bûn."