Jiyan

"Cafer Axa" bi teslîmkirina alîkariyan va rûyê 100 hezar zarokî geş kir

Li Agiriyê Cafer Canşî bi "Projeya Alîkariyê ya Dibistanên Gund" va alîkariyên xêrxwazan gîhand gundên çar aliyê Tirkiyeyê û digel vê, bi temîrkirina dibistanan, belakirina bot, mont û alavên kirtasiyeyê va rûyê 100 hezarî zêdetir xwendekarî geş kir

İbrahim Atmaca  | 18.11.2019 - Rojanekırın : 21.11.2019
"Cafer Axa" bi teslîmkirina alîkariyan va rûyê 100 hezar zarokî geş kir

Ağrı

 Li Agiriyê Cafer Canşî bi "Projeya Alîkariyê ya Dibistanên Gund" va alîkariyên xêrxwazan gîhand gundên çar aliyê Tirkiyeyê û digel vê, bi temîrkirina dibistanan, belakirina bot, mont û alavên kirtasiyeyê va rûyê 100 hezarî zêdetir xwendekarî geş kir.

Cafer Canşî li Bezirxaneya gundê Agiriyê hatiye dinyayê û ji bo ku li herêmên Rojhilata û Başûrê Rojhilata Anadoluyê alîkariyê bide zarokên dibistanên gundan, 5 sal berê "Projeya Alîkariyê ya Dibistanên Gund" da destpêkirin.

Canşî pêşiyê proje li Agiriyê kir rewacê û paşê li çar aliyê Tirkiyeyê bela kir. Canşî bi Ozlem Bulutogluya ku li Kocaeliyê dijî va li ser medyaya civakî xebatên xwe dimeşîne.

Canşî bi piştgiriya xêrxwazan va proje mezin kir û alîkariyên xêrxwazan digihîne zarokên gundan.

Canşî di saziyeke qamûyê da karmend e û car caran gundan ziyaret dike û alîkariyê bela dike. Canşî li 100 hezarî zêdetir xwendekarî bot, mont û alavên kirtasiyeyê bela kir.

Canşî li Agiriyê weke "axayê zarokên gundan" tê zanîn. Cansî îsal ji bo zarokên ku li gundên Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê dijîn "Kampanyaya 10 Hezar Bot û Mont"ê li dar xist.

Canşî bi alîkariya xêrxwazan va 3 hezar û 500 bot û mont li xwendekarên gundan bela kir û gundê Elîaçikê ku 8 kîlomêtre dûrî Agiriyê ziyaret kir û bi xwendekarên dibistana seretayî û navîn ra civiya.

Canşî li baxçeyê dibistanê bi alîkariya mamosteyan li 200 xwendekarî bot û mont bela kir. Canşî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku digel van alîkariyan ew malên feqîran jî temîr dikin.

Canşî diyar kir ku ew bi alîkariyên xêrxwazan va zarokan şa dikin û her tişt şefaf tê meşandin, wî di nav pêc salan da alîkarî gîhand 100 hezar xwendekarî û 2 hezar dibistanan, gelek dibistan hatin temîrkirin û 15 pirtûkxane hatin vekirin.

Ji xwendekaran Serap Işikê jî got ku zivistana Agiriyê pir sar derbas dibe û ji bo alîkariyan spasiya Canşî û xêrxwazan kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın