17 Tebax 2017•Rojanekirin: 18 Tebax 2017
SARAYBOSNA
Fîlma anîmasyonê ya bi navê "Birds Like Us" ji ber berhema "Mantiqût Tayr"ê ya Ferîduddîn Ettar hat çêkirin û galaya fîlmê li 23yemîn Mihrîcana Fîlman a Saraybosnayê hat kirin.
Çêkerê Fîlmê Adnan Çuhara diyar kir ku fîlm li ser girîngiya rêwîtiya ruhî ya mirovan disekine û wiha dewam kir: "Seyaheta di fîlmê da tenê gerek nîne. Fîlm di eslê xwe da li ser çîroka seyaheta peydakirina hizûra dil, peydakirina hizûra ruh, naskirina Xwedê disekine."
Derhêner û nivîskarê fîlmê Faruk Sabanovîçê boşnak e û fîlm bi tevkariya TRTê hat çêkirin.
Kesên navdar ên wek Jeremy Irons, Alicia Vikander, Jim Broadbent, Sheridan Smith û Christopher Villiers jî dûblaja fîlmê kirin û Sabanovîç derhêneriya hunera fîlmê jî bi xwe kir.
Fîlm nêzî saet û nîvekî ye û tê da çîroka çûkeke ku hewl dide hêka xwe biparêze tê gotin û rêwîtiya efsûnî dest pê dike.
Çuhara daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku çavkaniya îlhama fîlmê ji berhema "Mantiqût Tayr"a alimê îslamê û şair Ferîduddîn Ettar e.
Çuhara diyar kir wan 7 salên xwe dan vê fîlmê.