Jiyan

Birincê Qursincê yê Bidlîsê li aşê 150 salî tê hêran

Li Hîzana navçeya Bidlîsê rizê ku bi rêbazên xwezayî tê ajotin, piştî dirûnê tê zihakirin û dû ra di aşê avê yê 150 salî da tê hêran û wekî birinc tê firotan.

Önder Beyter  | 15.09.2020 - Rojanekırın : 20.09.2020
Birincê Qursincê yê Bidlîsê li aşê 150 salî tê hêran

Bitlis

 Li Hîzana navçeya Bidlîsê rizê ku bi rêbazên xwezayî tê ajotin, piştî dirûnê tê zihakirin û dû ra di aşê avê yê 150 salî da tê hêran û wekî birinc tê firotan.

Li gundê Karbasti ku 20 kîlometre dûrî navçeya Hîzanê ye û her wiha li 6 gomên li ser gund, gundî bi rêbazên kevneşopî û bêyî ku tu madeyeke cuda tev bikin, birincê Qursincê direşînin û di meha îlonê da jî didirûn.

Xelkê gund piştî dirûnê, riz tînin aşê li rexê avê û di berê aş ê ku 150 sal e bi avê dizivire da di du qonaxan da dihêrin û wisa birinc bi dest dixin.

Mixtarê gundê Karbastiyê Îzzettin Uyanik di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir ku li gund 2 aşên avê hene.

Uyanik diyar kir ku li gund û gomên wê, çavkaniya herî girîng a debarê, birinc e. Uyanik destnîşan kir ku gundî bi salan e alîkariya hev dikin, riz datînin û pey ra jî di berê aş da dihêrin.

Aşvan Adnan Tuz jî got ku ew aşê ku ji bav û kalan ji wan ra maye, didin xebatê û pê debara mala xwe dikin.

Tuz bal kişand, birincê ku li gund hêşîn dibe, bo gelek bajaran tê şandin û wiha dewam kir, "Ev kar ji kalikê min derbasî bavê min, ji bavê min jî derbasî min bû. Em ê vê rêbaza bav û kalan fêrî zarokên xwe jî bikin. Em debara xwe bi berhemên çandiniyê dikin, di nava van da jî ya herî girîng birinc e. Di vê serdema salê da şixulê me jî zêde dibe û em jî bênavber dixebitin da ku karê herkesî pê ra bigihînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.