Birincê Kursunçê di aşê 150 salî da tê hêran
Li navçeya Hîzanê birincê ku bi salan e bi rêbazên xwezayî tê ajotin, piştî dirûnê li ber tavê tê hişkkirin û dû ra di aşê avê yê 150 salî da tê hêran

Bitlis
Li Hîzana navçeya Bidlîsê li gundê Karbasti û mezreyên wê, birincê ku bi salan e bi rêbazên xwezayî tê ajotin, piştî pêvajoyeke zor û zehmet tê ser sifreyan.
Li gundê 20 kîlometre dûrî navçeyê, welêatî bi qasî 500 donim erdî bêyî ku madeyeke kîmyayî biemilînin, bi temamî bi rêbazên kevneşopî, birincê Kursunçê diajon.
Xelkê gund, biharê di zeviyan da hewzên heriyê çêdikin, hundirê wan tijî av dikin û herwiha meha tebaxê jî birincê ajotî, didirûn.
Dû ra vê berhema dirûtî tînin aşê li kêleka avê û bi kevirê ku ev 150 sal e bi hêza avê vedigere, di du qonaxan da tê hêran.
Çelûkê ku gava ba heye tê bêjîngkirin û qalikê wê tê cudakirin, piştî ku tê şûştin cardin li ber tavê tê raxistin da ku hişk bibe. Di dawiya vê qonaxê da çeltûk êdî wekî birinc tê ser sifreyê.
- "Ji 100 salî zêdetir e li herêmê birinc tê ajotin"
Serokê Odeya Ziraetê ya Hîzanê Erkan Durmaz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li gundê Karbasti û mezreyên wê, bi rêbazên xwezayî birinc tê ajotin.
Durmaz diyar kir, birincê ku hebê wê mezin û rengê wê jî qemerê vekirî ye, ji bo gundiyan deriyê debarê ye û wiha dewam kir, "Birincê vê derê bi temamî xwezayî tê ajotin. Gundî hemû digel teknolojiya pêşketî, birincê xwe di aşê 150 salî yê li mezreyê da dihêrin. Ji zeviyan salê qedera 250 ton berhem tê hildan. Ev ji bo gundiyan deriyekî baş ê debarê ye. Kîlograma wê bi 10-15 lîreyî tê firotan. Ji 100 salî zêdetir e li vê herêmê birinc tê ajotin."
Aşvan Mehmet Şirin Tuz jî diyar kir ku hemû xelkê mezreyê birinc diajon.
Tuz got ku aş, ji kalikê wî jê ra maye û ev 150 sal e dişixule û wiha got, "Rojê em dikarin bi qasî 15 tenekeyî birinc bihêrin. Em serê deboyekî kîlogramek birinc distînin. Em ucret naxwazin. Herwiha tama wê pir xweş û ji dervayî bajêr ra jî dişînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.