Önder Beyter
14 Adar 2019•Rojanekirin: 20 Adar 2019
Li Cizîra navçeya Şirnexê Reşît Demîrciyê 63 salî û birayê wî Nîhat Demîrciyê 45 salî hesin dikutin û pê hacetên wekî kêr, bivir, das, dasa daran û tevşo çêdikin. Herdu bira di dikaneke 50 metrekareyî da pîşeyê kalikê xwe didomînin.
Li navçeya Cizîrê herdu birayên ku paşnavê wan Demîrcî ye û li deverê wekî "malbata hesinkar" tên naskirin, li Kuçeya Hîsarê ya dîrokî ya li Taxa Dagkapiyê di dikaneke 50 metrekareyî da pîşeyê kalikê xwe didomînin. Herdu bira hesin dikutin, teşe didin hesin û pê alav û hacetên ku di jiyana rojane da pêwîst in çêdikin.
Reşît û Nîhat Demîrcî, zehf kêfxweş in ku pîşeyên bav û kalên xwe didomînin û herwiha ligel ku wekî salên berê nebe jî, lê hê jî nanê xwe ji vî karî qezenc dikin.
Reşît Demîrcî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew ligel birayê xwe bi salan e karê kalikê xwe didomîne û herwiha ew zehf ji karê xwe hez dikin.
Demîrcî got, piştî ku wî dibistana seretayî kuta kir, wî wekî çirax dest bi vî karî kir ku berê li ser Kuçeya Hîsarê 9 dikanên hesinkaran hebûn û wiha dewam kir, "Lêbelê niha li ser vê kuçeyê bi tenê em vî karî didomînin."
"Li hemberî pêşketina teknolojiyê, pîşeya hesinkariyê ketiye ber sekeratê"
Demîrcî bal kişand, piştî ku koça ji gundan ber bi barajan zêde bû, teleba ji bo hacetên hesin jî kêm bû. Herwiha Demîrcî diyar kir ku li hemberî pêşketina teknolojiyê, pîşeya hesinkariyê ketiye ber sekeratê.
Demîrcî bal kişand ku ew nikarin çiraxekî bîter bikin û wiha pê da çû, "Meslekê me girêdayî gundan e. Ji ber ku teleba xelkê gundan a hacetên hesin kêm bûye, eleqeya ji bo hesinkariyê jî hema hema êdî nemaye. Kesekî ku koçî bajar kir, êdî bi tu awayî ew, das û dasa daran navê. Herçiqas eleqe kêm bûbe jî lê ez ê vî karî bikim. Heya mirinê ez ê vî pîşeyê ku ji kalikê me maye dewam bikim."
Esnaf Kerem Gun jî diyar kir ku birayên hesinkar ji berê da vî karî dikin û wiha got, "Li Cizîrê bi tenê dikana wan a hesinkariyê heye. Heger ev jî were girtin, nexwe êdî tu dikan namîne ku mirov biçê."