İbrahim Atmaca
30 Îlon 2020•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2020
Digel Orduyê li 40 bajarî bayiya çîgê ya birayên Adiyemanî hene û 500î zêdetir kes di van kargehan da hatine îstixdamkirin. Birayên Adiyemanî anîn findiq tevî çîg kirin û tehmeke cuda derxistin holê.
Yunus (33) û Enver Demirel (30) di sala 2008ê da ji Adiyemanê hatin Orduyê û bayiyên çîgê vekirin û paşê jimara bayiyan li 40 bajarî derxistin 400î. Herdu birayan biryar da û ecîn bi findiqan çêkirin û tehmeke cuda derxistin holê.
Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya fîrmayê Yunus Demirel li Herêma Sanayiya Organîze di tesîsa hilberînê da daxuyanî da rojnamegeran û bal kişand ser girîngiya findiqan a ji bo herêmê û wiha axivî, "Weke tê zanîn findiq hem ji bo welatê me hem ji bo Orduyê berhemeke pir girîng e."
Demirel daxuyand ku bi hezaran kes debara xwe bi findiqan dike û wiha dewam kir, "Weke fîrma em fikirîn ku em çawa qîmeta findiqê zêde bikin û me got em çawa têxin nava çîgê. Me ji bo vê xebat da destpêkirin. Piştî xebatên Ar-Geyê me biryar da ku em findiq û çîgê li nav hev bixin. Me bi vê yekê xwest ku hem tehmeke cuda derkeve hem jî xebitandina findiqan zêde bikin. Tehmeke pir xweş jê derket."
Demirel got, "Em pêşiyê ketin fikarê, me got gelo wê xweş bibe û were xwarin. Lê me paşê dît ku her kesî pir ji çîgê bifindiq hez kir."