Yasîn Boruyê ku li Diyarbekirê di Eyda Qurbanê ya borî de dema ku goştê qurbanê belav dikir, bi hovane hat kuştin û dê û bavê wî Hatîce û Fîkrî Boru beşdarî bernameya Ulke TVyê bûn û bersiva pirsan dan.
Hatîce Boruyê destnîşan kir ku zirara kurê wê ji tu kesî re tunebû, lê lawê wê bi zalimane hat qetilkirin û faîlên wî nehatin cezakirin û wiha pê de çû: "Ev bi taybetî jî ji dewlet û hikûmetê pirsyar dikim, me fêm kir, têkildarnebûna Demîrtaş heye. Ma têkildarnebûna Zubeyde Zumrutê jî heye? Ya Gulten Kişanakê heye? Çima kesên ku emir dan kolanan nayên darizandin? Li ser wê kolanê 500 kes hebûn? Ez dixwazim hemû kesên ku têkildarê Yasîn bûn bira bên cezakirin. Yek bi yek tên berdan. Heke ku derkevin derva ezê bêtir qehir bibim."
Hatîce Boruyê diyar kir ku Yasîn lawekî bêdeng, efendî û giran bû û wiha pê de çû: "Ez ji vir ji Demîrtaş û avaneyên wî dipirsim, wan Yasîn nas dikirin? Ji bo bikeve halekî wiha, divê însan çi kiribûya ku Yasîn kirin halekî wisa ku nehat naskirin. Bavê wî ew ji nîşaneke li ser piyê wî, ew nas kiriye."
Boruyê diyar kir ku beriya vê bûyerê wê nifir li kesî nedikir û wiha pê de çû:
"Lêbelê aniha di destê min de nîne. Ez derdikevim û li wan nifiran dikim. Ez li ser wê eywanê 3 rojan li benda Yasîn mam. Ez derdikevim li ser eywanê tilîliya wan dibihîzim. Dema ku ez dengê wan dibihîzim, pêra pêra ez nifir li wan dikim. Ne di destê min de ye. Heke ku ez şaş dikim, Xwedê tu min ji van paqij bike! Ez sibe û êvar lanetê ji wan re dixwînim. Hemû nifirên ku tên ser zimanê min. Ji destê min tenê ev tê, ji ber ku li vê dinê başqe tişt ji destê min nayê."