Xanıma Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Sare Davutoglu li nexweşxaneya ku lê tê dermankirin Mutlu Kaya ziyaret kir.
Sare Davutoglu çû seredana Mutlu Kaya ya ku li Unîteya Nexweşên Giran a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Diyarbekirê tê dermankirin.
Sare Davutoglu ya ku bixwe jî doktor e ji berpirsan der barê rewşa tenduristiya Kaya de agahî stand.
Sare Davutogluyê ji dayîka keça ciwan Hanim û bavê wê Mehmet Kaya re got, "Xwedê şifayê bide" û wiha xeberda: "Em hemû diakar in. Doktoran gotin ew bi qasî ku me hêvî dikir, zûtir baş dibe. Înşelah dê di demeke kurt de baş be."
Mutlu Kaya li Erxeniya navçeya Diyarbekirê beriya ku beşdarî bernameya têlevîzyonê ya li Stembolê bibe li mala xwe prova dikir û di şeva duşema 18ê gulanê de ji ber bi guleyekî ji serê xwe birîndar bibû. Der barê bûyerê de Veysî Ercanê ku tê gotin hevalê Kaya yê berê ye hatibû girtin.