Ahmet Aydın
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
GUMUŞHANE
Bajarê Dêrîn Santa ku yek ji mîratên giring ê çandî ye li herêma Deryaya Reş, bi îhtîşam a xwe ya dîrokî û xweşikayiya xwe ya siruştî li hêviya siruş û dîrokhezan e.

Bajarê Dêrîn Santa ya di nav sînorên gundê Dumanliya Girêdayî navçeya navendî ku tê zanîn sedsala 17emîn ji aliyê Roman ve bikar dihat, ji aliyê Wezareta Çand û Geştiyariyê ve weke qada arkeolojîk û sît a siruştî hatiye ragihandin. Herwiha ev bajar ji 7 taxên weke Binatlî, Terzîlî, Zurnacilî, Piştovlu, Îşhanlî, Çinganlî û Çakallî pêk tê.

Bajarê Dêrîn Santa ku li her taxeke wê dêr, çeşme û xaniyên yek qatiyê ku taybetmendiyê serdemê bi xwe re tîne, herwiha bi mîmariya xwe ya eslî ji 300î zêdetir xaniyên yek qatî lê hene.
