Jiyan

Bihuşta çivîkan Gola Erçekê, mazûvaniya betan dike

Necmettin Karaca  | 19.11.2025 - Rojanekırın : 19.11.2025
Bihuşta çivîkan Gola Erçekê, mazûvaniya betan dike

Van

 Li Wanê li Gola Erçekê ku mazûvaniya bi sedan curê çivîkan dike, bi hatina sermayê ra êdî bet tên.

Li Gola Erçekê ku yek ji navendên girîng ên bêhnvedana çivîkên koçber e, dîtina gelek curan bi hev ra, pêkan e.

Gola ku ji bo ajelên kovî navendeke ewledar a hêkkirinê ye, seranserê havînê gelek teyr û çivîkên berrî weke flamîngo, herwiha zivistanan jî bet xwe lê datînin.

Werdek û qazên berrî ku bi hatina sermayê ra tên herêmê, bala siruşthez û fotografhezan dikişînin.

Rêveberê Navenda Parastin û Rehabîlîtasyona Ajelên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yil Wanê Prof. Dr. Lokman Aslan ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ew herêm ji aliyê qada avî va dewlemend e û teyr û çivîkên berrî xwe lê digirin.

Aslan destnîşan kir ku çivîkên ku cisnê wan li ber qelanê ne jî tên herêmê û wiha pê da çû:

"Li qadên avî yên di hewzeya Gola Wanê da quling û flamîngo havînê tên, lê dihêwirin. Zivistanan jî werdekên berrî û bet tên. Ev teyrikên berrî ji cihê sar ên rojavayê Rûsyayê, Sibîrya û Qazaxistan tên û zivistanê li vê derê derbas dikin. Piştî ku zivistan qediya vedigerin. Li vê derê dîtina teyrikên cur bi cur di heman qareyê da mumkun e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın