Jiyan

Bi tevna ku li baxçeyê xwe daniye va merş û xalîçeyan radiçîne

Bestami Bodruk  | 26.11.2025 - Rojanekırın : 27.11.2025
Bi tevna ku li baxçeyê xwe daniye va merş û xalîçeyan radiçîne

Diyarbakir

 Sabriye Akyuza 65 salî li Taxa Ayveriyê ya li ser Çinara navçeya Diyarbekirê dijî û li baxçeyê xaniyê xwe ser dezgeha tevnê merş û xalîçeyan radiçîne.

Li herêma Qerecdaxê heywandariya pez zêde tê kirin. Jimara kesên ku li vê herêmê hiriya pez dinirxînin, roj bi roj kêm dibe.


Sabriye Akyuza ku li Taxa Ayveriyê dijî jî di piçûktiya xwe da badana rîs, ta û nexan, danîna tevnê û hûnandina merş û xalîçeyan hîn bûye û nahêle ku ev huner were jibîrkirin.

Akyuz bi alîkariya bûka xwe û cînarên xwe rîsê faykeyên kevn cardin vedireşîne û di tevnê da merş û xalîçeyan li dar dixe û radiçîne.

Akyuzê bi Zazakî diyar kir ku wê di piçûktiya xwe da pîrika xwe û diya timî li ser tevnê didît, paşê jî ew hîn bû derbasî ser tevnê bû.

Akyuzê destnîşan kir ku li herêma Qerecdaxê heywandariya pez zêde ye û ji ber vê yekê wan ji hiriya pez gelek tişt çêkirin û wiha dewam kir, "Heta emrê min hebe, ez ê vî karî bikim. Min dixwest ku bûkên min û keçikên min jî vî karî bikin. Min dixwest her kes vî karî hîn bibe."

Nezîr Akyuzê 76 salî û eqrebayê Sabriye Akyuzê jî got ku berê li her malê tevn dihat danîn û merş dihatin raçandin û wiha dewam kir, "Bi rîsê rengên celeb celebî va merş dihatin çêkirin û neqişandin. Sicade, fayke, her tişt dihatin çêkirin. Wê demê diya min û jinapa min jî çêdikirin. Ev kar ji destê her kesî dihat. Vê gavê jî tenê Sabriye Akyuz dike."

Remziye Akyuza 40 salî û bûka Sabriye Akyuzê jî got ku ew û cînar alîkariya xesûya wê dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.