Jiyan

Bi temambûna qûnaxa sêyemîn, ewê rêya ewlekariyê ya Çiyayê Agiriyê bibe "rêya geştiyariyê"

Hüseyin Yıldız  | 04.07.2025 - Rojanekırın : 05.07.2025
Bi temambûna qûnaxa sêyemîn, ewê rêya ewlekariyê ya Çiyayê Agiriyê bibe "rêya geştiyariyê"

Iğdır

 Qûnaxa sêyemîn a rêya ewlekariyê ya Çiyayê Agiriyê ku bi mebesta geşedana ajeldarî, geştiyarî û ewlekariyê dest bi çêkirina wê hat kirin, destpê kir.

Rêya ku Walîtiya Îdirê bi hemahengiya Wezareta Navxweyî dest bi çêkirina wê kir, temamiya beşa bakur a Çiyayê agiriyê û beşeke Çiyayê Agiriya Biçûk digire navxwe.

Rêya ku çêkirina wê dike temam bibe, ji devera Korhana Çiyayê Agiriyê ya ku raqima wê 5 hezar û 137 metro ye destpê dike û heta Zozanên Serdarbulaka di navbera herdu çiyayan da dike.

Di çarçoveya xebatên ku berdewam in da, tê armanckirin ku rêya ku di qûnaxa yekemîn da heta nuha 15,3 û di qûnaxa duyemîn da 32,5 kîlometroyê wê qediyaye, bihêle ku herêm di warê geştiyarî, ajeldarî û ewlekariyê da geşe bide.

Rêya ku bi giştîheta nuha 47,8 kîlometroya wê qediyaye, ewê bi temambûna xebatên qûnaxa sêyemnîn ji xizmetê ra vebe.

Herwiha ewê di encama vê xebatê da hejmara çiyager û siruşthezan jî zêde bibe.

- Ewê li xala ku sînorê parêzgeha Agiriyê û Îdirê ji hev vediqete qereqola cendirmeyê bê çêkirin

Waliyê Îdirê Ercan Turan ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku xala pevgihiştina Çiyayê Agiriyê yê Mezin û yê Biçûk, lokasyoneke herî xweş a parêzgehê ye û di demeke nêz da ewê li xala ku sînorê parêzgeha Agiriyê û Îdirê ji hev vediqete qereqoleke cendirmeyê çêkin.

Turan bal kişand ser wê yekê ku ekîb xebateke çirr diajonin û got, "Rêya ku par me ji Zozanên Korhanê dest bi çêkirina wê kir, bi berhemên hunerî, bi stabîlizeya wê ya gelekî xweş temam bû. Ji bo qûnaxa sêyêmîn a rêya me ya bi qasî 27 hezar û 685 metro jî me ji gundê Godekliyê destpê kir heta sînorê Agiriyê emê bibin. Nuha em ji rê ra xebata îslehkirinê dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın