Jiyan

Bi spîkirina qalikê daran va debara xwe dikin

Li Erdîşa navçeya Wanê ciwan qalikê darên ku hatine birîn spî dikin û bi vî karî va debara mala xwe dikin.

Türkan Tosun  | 08.07.2020 - Rojanekırın : 17.07.2020
Bi spîkirina qalikê daran va debara xwe dikin

Van

 Li Erdîşa navçeya Wanê ciwan qalikê darên ku hatine birîn spî dikin û bi vî karî va debara mala xwe dikin.

Darên sipîndarê yên ku ji navçeyên Muradiye, Çaldiran, Patnos û Adilcewazê tên birîn tînin li Edremîtê difroşin.

Li taxa Çelebîbagiyê karker qalikê van daran spî dikin û pereyê ku ji vî karî qezenc dıkın va debara mala xwe dikin.

Ji bilî vê ew qalikê daran zîha dikin ku zivistanê di sobeyê da bişewitînin û mala xwe germ bikin.

Karker Adnan Karadeniz ji rojnamevanan ra got ew rojê qalikê 50 daran spî dike û 75 lire qezenc dike.

Karadeniz wiha axivî: "Heke em dara li kamyonê bar bikin yewmiya me dibe 150 lire. Karê me pir zehmet e. Çima ku em heta êvarê qalikê daran spî dikin destê me dibin birîn. Qalikê ku em spî dikin didin me em wan zîha dikin. Em zivistanê di sobeyê da, dema nan dipêjin jî di tendûrê da dişewitînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın