Sıraç Karadeniz
18 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2022
Li Şemzînana navçeya Hekariyê Safiye Toreya 45 salî li ser nûçeya temaşe kir serî li projeya "Cotkarên Ciwan" a Wezareta Çandinî û Heywandariyê da û bû xwedî pez.
Toreya li gundê Oveçê rûdinê û 4 zarokên wê hene bi armanca debara mala xwe bike di sala 2016an da piştî temaşekirina nûçeyekê serî li projeya "Cotkarên Ciwan" da.
Di encamê da 40 mêşin ji bo Toreyê hatin hîbekirin û wê bi hewl û xîret li mêşinên xwe mêze kir û niha hejmara wan derxistiye 100î.
Tore carna li ser pişta hespê û hin caran jî bi piyan dimeşe û diçe zozanê ku pezên wê lê ne û wan didoşe û ji firotina şîr jî pere qezenc dike.
Dayika 4 zarokan bi hewl û xebata xwe ji bo kesên li der û dorê ne jî mînakeke baş e û bi dahata qezenc dike va jî perwerdehiya zarokên xwe dide domandin.
- "Dewletê 40 mêşin da min û min hejmara wan derxist 100î"
Toreyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku wê serî li projeya "Cotkarên Ciwan" da û piştî pesendkirinê ew gelek şa bû.
Di berdewamiya axaftina xwe da Toreyê got ku pez û dewar xwedîkirinê ji malbata xwe hîn bû û wiha pê da çû: "Ji bo zarokên xwe bidim xwendin û debara malbata xwe bikim dahateke min a din tunebû. Min ji ser têlevizyonê dît ku projeyeke wiha heye û li ser vê jî min serî lê da. Dewleta me 40 mêşin da û min jî hejmara wan bi xwedîkirin û lê xwedîderketinê va derxist 100î. Bi vê sayê 2 ewladên min çûn zanîngehê. Ev 6 sale ez van mêşinan xwedî dikim. Ez ji ber piştgiriya dan ji Serokomarê me û Wezîrê Çandinî û Heywandariyê ra spas dikim."