Jiyan

Bi hezaran kes şahidiya koça masiyan a ber bi avên şêrîn dike

Özkan Bilgin  | 23.05.2022 - Rojanekırın : 24.05.2022
Bi hezaran kes şahidiya koça masiyan a ber bi avên şêrîn dike

Van

Li Erdîşa navçeya Wanê bi hezaran kes diçin ber benda masiyên kefal û koça masiyên ku koçî ava şêrîn dikin, temaşe dikin.

Încî kefaliyên ku di Gola Wanê da dijîn, di heyama danîna xerzê xwe da berevajiyê avê avjeniyê dikin û dema ku tên ber astengî û cihên bilind, xwe çeng dikin û ser astengiyan ra banz didin. Ji bo ku koka masiyan neqele û li hev zêde bibin, masî her sal di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da koçî avên şirîn dikin ku xerzê xwe daynin.

Bi hezaran kes li navçeya Erdîşê diçin ber benda masiyan ku koça masiyan temaşe bikin. Dawiya hefteyê digel Wanê ji bajarên jî gelek kes hatin navçeyê û çûn ber benda masiyan. Ziyaretvanan bi têlefonên xwe ev koça bêhempa kişandin.

Derhênerê Kişandina Dîmenên Binê Avê Tahsîn Ceylan ji nûçegihanê AAyê ra got ku gelek kes ji bo temaşekirina masiyan tên ber bendê.

Ji welatiyan Oktay Ur jî diyar kir, cihê ku herî xweş koça masiyan lê tê temaşekirin, ev der e û qerebalixî zêde ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.