Bi hacetên ji bav û kalê wî mane ji 50 salî zêdetir e kurtan û palanan çêdike
Li Gergera navçeya Adiyemanê Şeyhmus Demirciyê 80 salî bi hacetên ji bav û kalê wî mane ji 50 salî zêdetir e kurtan û palanan çêdike.

Adıyaman
ORHAN PEHLUL - Li Gergera navçeya Adiyemanê Şeyhmus Demirciyê 80 salî bi hacetên ji bav û kalê wî mane ji 50 salî zêdetir e kurtan û palanan çêdike.
Şeyhmus Demirciyê li navçeyê hosteyê tekane yê kurtan û palanan e, di atolyeya xwe ya biçûk da bi hacetên ji bav û kalê wî mane ji 50 salî zêdetir e çêkieina kurtan û palanan didomîne.
Her çiqas êdî ev kar kêm bûbe jî Şeyhmus Demircî hê karê bav û kalê xwe dike.
Şeyhmus Demircî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev kar ji bav û kalê wî maye.
Demircî diyar kir ku çakûç, birek û şûjina di çêkirina kurtan û palanan da diemilîne ji kalê wî mane û got ku min vî karî ji bav û kalê xwe hîn kiriye.
Şeyhmus Demircî diyar kir dilê wî heye ku karê xwe bidomîne û got ku ji xeynî min êdî li navçeyê kes tuneye vî karî hîn bibe û mîna berê kes kurtan û palanan jî nade çêkirin.