Jiyan

Bi droneyê dîmenê Kapadokyaya ku bi berfê venixumî hat kişandin

Behçet Alkan  | 27.02.2026 - Rojanekırın : 27.02.2026
Bi droneyê dîmenê Kapadokyaya ku bi berfê venixumî hat kişandin

Nevsehir

 Bi droneyê dîmenê Kapadokyaya ku bi berfê venixumî hat kişandin.

Piştî barîna berfê ku li seranserê Nevşehirê berdewam bû, herêma Kapadokyaya geştiyarî, bi rengê sipî venixumî.

Li herêma ku di nava Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê da cih digire, Kevirên Cinan ên li Goreme, Uçhîsar û Ortahîsarê yên ku ji bo geştiyaran xalên giring in, di bin berfê da man.

Geştiyarên biyanî yên ku bi wesayîtên eraziyan beşdarî çalakiyên li geliyan bûn, derketin keşfa bedewiyên dîrokî, çandî û siruştî û wêne kişandin.

Bi droneyê dîmenê Kapadokyaya ku bi berfê venixumî hat kişandin.

Ji aliyê din va, hat ragihandin ku geştên bi balonên hewaya germ ên ku 3 roj in, ji ber şert û mercên hewayê yên neyênî, nedihatin kirin, dê sibê jî neyên kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın