Jiyan

Bi çêkirina 226 dibistanan di nava 3 salan da, li Wanê binesaziya perwerdeyê hat hêzdarkirin

Emre Ilıkan  | 26.06.2025 - Rojanekırın : 27.06.2025
Bi çêkirina 226 dibistanan di nava 3 salan da, li Wanê binesaziya perwerdeyê hat hêzdarkirin

Van

 Wezareta Perwerdeya Neteweyî û Walîtiyê di nava 3 salan da li Wanê 226 dibistan ava kir. 20 dibistanên ku çêkirina wan dewam dikin jî tê çaverêkirin di sala perwerdeya 2025-2026an da bên vekirin.

Li Wanê veberhênanên bi mebesta qewîkirina binesaziya perwerdeyê didomin û di vê çarçoveyê da li seranserê parêzgehê û navçeyan nêzîka 140 pêşdibistan hatin avakirin.

Bi saya xebatan heta nuha çêkirina 226 dibistanan temam bû û 20 dibistanên ku çêkirina wan dewam dikin jî tê çaverêkirin di sala perwerdeya 2025-2026an da bên vekirin.

- "Berahiya me ya yekemîn perwerde ye."

Walî û Wekîlşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Ozan Balci ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku amadekariyên ji bo sala perwerdeyê ya 2025-2026an destpê kirine.

Balci anî ziman ku ew gelekî giringiyê didin perwerdeyê û wiha pê da çû:

"Bi serokatiya Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan, bi piştevaniya Wezareta me ya Perwerdeya Neteweyî, em li Wanê di warê perwerdeyê da xebatên serkeftî dikin. Tevî avahiyên ku ewê di payizê da çêkirina wan biqede, di nava 3 salan da, 140 jê pêşdibistan, me 246 dibistan çêkirin. Veberhênanên wisa tên wateya veberhênana mirovahiyê. Heta payizê ewê 246 dibistanên me amade bin. Berahiya me ya yekemîn perwerde ye. Xebatên xweş tên kirin, dibistanên me ji parêzgeha me ra, ji zarok, ciwan û dayikên me ra pîroz bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın